Emînkî: Çekdarên PKKê li Singalê rêgirî li sand û tîmên bangeseyê yên PDKê dikin
PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya PDKê Cehfer Êmînkî diyar kir; li Şingalê rêgirî li partî û aliyên siyasî tê kirin û azadiya ramanan tune ye.
Cehfer Êmînkî da zanîn, çekdarên PKKê rêgirî li şand û tîmên bangeşeyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin, da ku neçin li Şingalê bangeşeya hilbijartinan nekin.
Êmînkî eşkere kir, li Şingalê azadiya dengdanê tune ye û çekdarên PKKê rêgirî li tîmên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin û hemû aliyan li ser rêgiriyên PKKê bêdeng in û ti aliyek vê rêgiriyê şermezar nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin