‘PKKê ji Sûriyê gelek çekdarên xwe derbasî Singalê kirin’
PeyamaKurd - Berpirsê liqa 17 ya PDKê li Şingalê Idrîs Zozanî eşkere kir, PKK gelek çekdarên xwe ji Sûriyê derbasî Şingalê kirine û rewşa Şingalê jî li ber teqînê ye.
Berdevkê liqa 17 ya PDKê li Şingalê, Idrîs Zozanî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Di van rojên borî de PKKê gelek çekdarên xwe ji Sûriyê derbasî Şingalê kirine. Armanca wan ew e ji Şingalê dernekevin. Ev jî bûye sebeb ku rewşa Şingalê gelekî aloz bibe û hindik maye biteqe.”
Idrîs Zozanî got, Îran, Iraq, Heşda Şeibî û PKK dixwazin Şingal aloz bimîne, ji ber wê jî dibêjin, em ji Şingalê dernakevin.
Zozanî anî ziman, Heşda Şeibî û PKK bi hev re ne û ji bo berjewendiyên xwe nahêlin Şingal aram bibe.
Parlementerê YNKê li parlementoya Iraqê, Husên Hesen Nermo jî li ser mijarê got, eger hikûmeta Iraqê rijd be li ser derxistina PKKê, dikare PKK ji wir derxîne. Lê wisa xuya dike berjewendiyên wan bi hev re hene. Eger Bexda mûçe nede PKKê, ew nikarin wisa bi hêsanî li Şingalê bimînin.
Nermo diyar kir, rêkeftina Şingalê kilîla çaresekirina arîşeyên Şingalê ye. Divê hikûmeta Iraqê li ser bicihanîna wê rêkeftinê rijd be û gavên baş bavêje.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin