Hikûmeta Kurdistanê bi seroktiya Mesrur Barzanî civiya
PeyamaKurd - Civat Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de pêşhatên dawî, rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û gotûbêjên bi Bexdayê re hatin gengeşe kirin.
Di civîna Civata Wezîran a ku bi seroktiya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û amadehiya cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî hat kirin de, pêşhatên dawî yên rewşa aborî li Herêma Kurdistanê û rewşa belavbûna vîrusa koronayê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a civînê de, danûstandinên bi Bexdayê re yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî hatin guftûgokirin.
Hêjayî gotinê ye, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanî îro car din diçe Bexdayê daku hevdîtinên li ser çareserkirina pirsgirêkan berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin