Kabîneya Kurdistanê bi seroktiya Mesrur Barzanî civiya

13 May 2020 15:45 0 dîtin
Kabîneya Kurdistanê bi seroktiya Mesrur Barzanî civiya

PeyamaKurd - Civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rewşa aborî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê civiya.

Hat ragihandin ku encûmena wezîran ya Herêma Kurdistanê îro piştî nîvro dest pê kir.

Biryar e di wê civîna bi serokatiya Mesrûr Barzanî de, rewşa aborî ya Kurdistanê, danûstandinên şanda hikûmetê bi berpirsên Iraqî re û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê werin gotûbêjkirin.