Mesrur Barzanî: Desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê serbixwe ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24/1/2022 pêşwazî li Wezîrê Dadê yê Lubnanê Dadwer Hinrî Xûrî û şanda pê re kir.
Di civîna ku Serokê Encûmena Dadweriya Lubnanê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî jî amadehî kirin de, şanda Lubnanî tekezî li girîngiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Lubnanê di warên cuda de kir, bi taybet pêşxistina hevahengiyê di warê desthilata dadweriyê û sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûnên hevdu.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî balkişandina ser rola girîng a desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê ku desthilateke serbixwe ye, amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê ligel desthilatên dadweriyê yên Lubnanê nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin