Mesrur Barzanî: Heta niha ti kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa korona neketiye

27 February 2020 18:20 0 dîtin
Mesrur Barzanî: Heta niha ti kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa korona neketiye

PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêrê îro beşeke Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Hewlêrê ji bo nexweş û kesên bi vîrusa Koronayê ketine hat terxankirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana navendê kir û ragihand, “heta niha li Herêma Kurdistanê ti kes bi vîrûsa Koronayê neketiye.”

Hat zanîn ku navenda wergirtina nexweşên vîrusa koronavîrusê ji 60 qerewîleyan pêk tê û di çarçoveya amadekarî û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye vekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana wê navendê de got: “Em hatin vir ji bo ku em piştrast bin amadekariyên pêwîst hatine kirin an na. Cihê destxweiyê ye û spasiya cenabê wezîr û hemû stafa wan a birêz dikim bo amadekirina vî cihî ji bo her haleteke nexwestî. Ev corên nexweşaneyan li hemû parêzgehên Kurdistanê hatine amadekirin, daku di egera her haleteka nexwestî de bikarin bi awayekê herî baş xizmeta hemwelatiyan bikin.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em li Civata Wezîran çendîn civîn kirine û li ser asta parêzgehan jî herwiha, ji bo ku amadekarî bê kirin bo rûbirûna vê nexweşiyê. Her çi qas ku renge ev nexweşî li gor gotina pisporên warê pizîşkî, nexweşiyeke demsalî be jî, lê em bi hêvî ne, di demeke nêzîk de çareseriyek jê re bê dîtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ya dikeve ser milê me, ev e ku em amadekariyan bikin daku xelk bikarin xwe biparêzin û hem jî hemwelatiyên din biparêzin.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir, ku pabendî rênimayiyên aliyên pêwendîdar ên derbarê xweparastina ji vîrusa Koronayê de bin û got: “Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim, rênimayiyên Wezareta Tendirustî û Wezareta Navxwe û aliyên pêwnedîdar cîbicî bikin, ku ew ji bo parastina xelkê Kurdistanê ne.”

Serokwezîr Barzanî got, “heta niha li gor agahiyên ku aliyên pêwendîdar ên hikûmetê dane wî, ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê li Kurdistanê nehatiye tomarkirin” û diyar kir, lê belê li welatên derdorê û li başûrê Iraqê jî çendîn haletên koronavîrusê hatine tomarkirin, lewma “ew amadekariyên niha li Kurdistanê têne kirin, pêwîst in.”

Mesrur Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji bazirgan û dikandaran jî kir, ku “bi hesteke bilind ê berpirsyarî tevbigerin û tiştên pêwîst ji bo hemwelatiyan dabîn bikin, xwe ji zêdekirina nirxên derman û kelûpelên pêwîst û rojane yên xelkê dûr bigirin”.

Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdarim em bi hev re rûbirûyê vê nexweşiyê bibin, bi piştevaniya Xwedê ti tişteke nexweş çênabe û hêvîdarim xelkê Kurdistanê her baş û tendirust bin.”