Wezîrê Tendirustiyê: Heta niha tu haleteke “Omicron” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê di derbarê cûreya nû ya vîrusa Koronayê de axivî û diyar kir, tu haleteke pêketina bi vîrûsa “Omicron” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî daye zanîn, heta niha tu haleteke “Omicron” li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.
Dr. Saman Berzincî derbarê rêkarên xweparastinê de eşkere kiriye, niha cîhanê xweguncandina bi rewşê re û wergirtina derziyê xistiye şûna girtin û daxistinê, ji ber wê divê her kes xwe derzî bike.
Herwiha diyar kiriye, li gor biryarên Komîta Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, pêwîst e ji 1ê Berçile ve, hemû mamoste pabend bin bi mercên derbasbûna nav holên xwendinê.
Wezîrê Tendirustiyê destnîşan kiriye, bijardeya girtina dibistanan û holên xwendinê li Herêma Kurdistanê nîne.
Dr. Saman Berzincî diyar kiriye, heta niha 3 pêlên Koronayê bi ser Herêma Kurdistanê de hatin, tê pêşbînîkirin di 4 – 5 hefteyên bê de pêla çarem jî bê, tenê bi derzîkirinê dikarin bandora wê kêm bikin.
Herwiha daye zanîn, niha li Herêma Kurdistanê 180 navendên derzîkirinê û 45 tîmên gerok hene. Heta niha bi rêjeya %29 welatiyan daneya yekem a derziyê û %22 daneyên duyem wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin