Mesrur Barzanî: Pêwîste rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin

01 March 2020 23:57 0 dîtin
Mesrur Barzanî: Pêwîste rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Mesrûr Barzanî li Urdinê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwendiyên Bexda-Hewlêrê got, “Herêma Kurdistanê statuyeke destûrî ye û pêwîst e rêz li vê statuya destûrî bihê girtin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ya rojnamevanî ya li Emman a paytexta Urdinê de û bersiva prisên rojnamevanan da.

Mesrûr Barzanî di vê civînê de bal kişand ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û got: “Ya ji me re giring e eve ku Kurdistanê statuyeke wê ya destûrî heye, ku beşek ji hikûmeta Federal e, ev statuya destûrî ya Herêma Krudistanê jî pêwîst e rêz lê bihê girtin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ji bo pekanîna hikûmetê jî yek ji mijarên ku me bi berdewamî tekezî li ser kiriye, ev e ku hikûmeta nû ya Iraqê pêwîst e rêz li vê statuya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê bigire. Ev yek jî ji bo pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa mûçeyên fermanberên Kurdistanê û gîrûkirina şandina mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve kir û diyar kir: “Em li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê axivîne û wî soz daye ku ev kêşe bi dawî bibe û mûçe dê ji Herêma Kurdistanê re bihê şandin.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez agahdarim û pêştir jî em ligel birêz Fuad Hisên, Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê axivîne. Wiha xuya dike ku rêvebereke giştî nexwestiye îmzeyê li ser biryarê bike, tevî ku cenabê wezîr ferman jî daye wî û îmze jî kiriye ku mûçe ji Herêma Kurdistanê re bihê şandin, lê belê xuya ye têgihîştineke wiha li cem wî rêveberê giştî nebûye û wisa zaniye ku dikare şandina mûçeyan bo Herêma Kurdistanê bide rawestandin. Lewma em li gel wezîr axivîn û wî soz daye ku ev kêşe bi dawî tê û mûçe ji Herêma Kurdistanê re tên şandin.”

VIDEO | Mesrur Barzanî li Urdinê bi protkoleke asta bilind hat pêşwazîkirin