Mesrûr Barzanî: Divê pirsgirêk di çarçoveya destûrî ya statuya Kurdistanê de bên çareserkirin

15 September 2020 17:19 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê pirsgirêk di çarçoveya destûrî ya statuya Kurdistanê de bên çareserkirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraqê û pêwendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser berdewamiya guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federalî de û tekezî li çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkan kir, li ser binemaya destûrê, di çarçoveya parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û berçavgirtina berjewendiyên welatiyên Iraqê.

Hlerwiha mekanîzmeya encamdana hilbijartinên bê yên Iraqê û xweşkirina zemînê ji bo vegera koçberên li Herêma Kurdistanê dimînin bo cihên xwe, beşeke din a hevdîtinê bû.