Mesrur Barzanî: Pêwîste veberhênan bi planeke zanistî be û ji xortan re delîveyên kar çêke
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, hejmarek weberhênerên Herêma Kurdistanê re civîya.
Di wê civîna îro Sêşemê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amadehî kir de, derbarê karnameya kabîneya nehem a taybet bi zêdekirina weberhênanê û pêşxistina aborîya Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê, serokwezîr û cêgirê serokê hikumetê, veberhêner diltenah kirin ku hikumeta Herêma Kurdistanê piştevan û rêxweşker dibe ji bo proseya weberhênanê û neheştina rotînê di dezgehên hikumetê de.
Mesrur Barzanî di civînê de, tekezî li ser wê yekê kir, ku armanca wan ew e zemîneyekebaştir bo veberhênanê li tevaya kertan durist bikin û sanahîkarîyên pêwîst bo veberhênerên hindûr û derve bikin.
Barzanî got: “Pêwîst e veberhênan li gor planeke zanistî û pêdawîstîyên Herêma Kurdistanê û berjewendîya giştî be.”
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê ji aliyê madî û mirovî ve dewlemend e û delîveya wê yekê heye bibe bingeheke bazirganî ya girîng li Iraqê û deverê.
Serokwezîr daxwaz ji kerta taybet jî kir, ku hevkarîya hikumetê bikin di proseya pêşxistina aborîyê, bikarxistin û vedîtina delîveya kar de ku bo xortan di kertên taybet de pêwîste zêdetir giringîyê bi xortên Kurdistanê bidin û delîveyên kar çêkin.
Di daxuyaniyê de hat gotin di dawiya civînê de, serokê hikumetê û cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva pirsîyar û têbînîyên veberhêneran dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin