Hikûmeta Kurdistanê ji bo pêsîgirtina nexwesiya taya xwînê 6 tedbîrên nû ragihand

12 June 2022 20:52 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo pêsîgirtina nexwesiya taya xwînê 6 tedbîrên nû ragihand

PeyamaKurd - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşîgirtina belavbûna nexweşiya taya xwînê 6 biryar derxist.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew tedbîr ji bo rê li ber belavbûna nexweşiyê bê girtin hatine girtin.

Biryar û tedbîrên hatine eşkere kirin wiha ne:

- Divê pez û dewar li navendên fermî yên serjêkirinê bên serjêkirin. Serjêkirin li ser rê û nav kuçeyan qedexe ye.

- Divê ew ajelên ku tên serjêkirin, him beriya serjêkirinê bên pişkinînkirin him jî piştî serjêkirinê.

- Divê di navendên serjêkirina ajelan de tedbîrên tenduristî û paqijiyê bi tundî bên girtin.

- Divê ew pez û ajel û dewarên ku ji derve derbasî Kurdistanê tên kirin, bên kerentînkirin û pişkinînên hûr bên kirin.

- Dermanên pêwîst bo şûştin û nehîştina qirniyan, ku sebeba serekî ya veguhestina nexweşiya taya xwînê ye, ji aliyê wezaertê ve tên dabînkirin.

- Kontrolkirin û çavdêrîkirina tund ya ajelên ku bi rengekî ne fermî ji derve derbasî Kurdistan û Iraqê tên kirin. Anîna ajal û dewaran ji wan parêzgehên ku nexweşiya taya xwînê lê heye, tê qedexekirin.