Hikûmeta Kurdistanê li Germiyanê santrala elektrîkê ya bi hilmê kar dike çêdike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Kurdistanê li devera Germiyanê santrala elektirîkê ya ku bi hilmê kar dike çêdike.
Li gorî agahiyên berdevkê îdareya Germiyan Çoman Ehmed dane, wezareta elektirîka Kurdistanê biryar daye li Germiyan santraleke elektiîrkê çêbike ku bi hilmê kar dike.
Çoman Ehmed gotiye, navê wê santralê “Hidro Plus” e û dikare 50 gîgawat elektirîkê berhem bîne ku yekemîn santrala elektirîkê ye li Kurdistanê ku bi hilmê kar dike.
Hat diyarkirin ku wê ew santral li nehiya Pêbaz were çêkirin û ji bo hilmê jî wê sûd ji çemê Sîrwan were girtin.
Li gorî zanyariyan amadekariyên projeya wê santralê xilas bûne û di demeke nêzîk de wê dest bi çêkirina wê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin