Hikûmeta Kurdistanê nirxê elektrîkê ji bo firûnên nan ji sedî 20 kêm kir
PeyamaKurd - Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxê elektrîkê ji bo firûnên nan ên li Herêma Kurdistanê kêm kir.
Wezareta Elektrîkê bi nivîseke fermî ya bi îmzeya Wezîrê Elektrîkê ragihand, bi fermana Serokatiya Encûmena Wezîran ya hejmar (10202), ji ber berjewendiya giştî û kontrolkirina nirxê nan bi sedî 20 ji nirxê elektrîkê ji tevahiya nanxane û semûnxaneyan re hate kêmkirin.
Di nivîsê de hatiye gotin, ev biyar ji roja 1/9/2021 ketiye ware cibicîkirinê û bi hevahengiya ligel Wezareta Pîşesazî hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin