Hikûmeta Kurdistanê li navçeya Dinarte ya Akrê nexwesxaneyeke mezin ava dike

19 July 2022 18:02 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li navçeya Dinarte ya Akrê nexwesxaneyeke mezin ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina nexweşxaneya tîpa A li navenda navçeya Dinarte ya bajarokê Akrê pesend kir.

Rêveberê nehiyeya Dinarte Şaban Xelîl Berwarî eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke baş daye hemû sektoran bi taybet beşa tenduristiyê ya A li navenda navçeya Dinarte û da zanîn, nexweşxaneya Tîpa A li navenda Dinarte tê avakirin.

Xelîl herwiha da zanîn ku şaredariyê 5000 metre zevî ji bo cihê nexweşxaneyê dabîn kiriye û dê ev navenda tenduristiyê ya mezin pirsgirêkên tenduristiyê li herêmê çareser bike, ji ber ku ev cara yekem e bingehek wiha li Dinarta tê çêkirin.