Hikûmeta Sûriyê: Pistî Îdlibê hedef Rojhilatê Firatê ye

15 October 2018 21:29 0 dîtin
Hikûmeta Sûriyê: Pistî Îdlibê hedef Rojhilatê Firatê ye

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê careke din li ser asta bilind gef li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê xwarin. Welîd El-Muelim Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê ragihand, ku piştî rizgarkirina parêzgeha Îdlibê ji terorê armanca me Rojhilatê Firatê ye.

Di civîneke rojnamevaniyê de Welîd El-Muelim, gef li Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwar û da xuyakirin: “Em rijd in li ser vegerandina bihost bi bihostê axa Sûriyê û divê Kurd di navbera danûstandin û yan jî rêyên din yekî hilbijêrin.”

El-Muelim ku Kurd weke bira bi nav kirin, di nav axaftina xwe de, bi şêweyekê nerasterast gef li Kurdan xwar û got, divê ew di navbera diyalogê û rêyên din de biryara xwe bidin. Her çend Muelim zelal nekir ku ew rêyên din çi ne, lê ne ji mêj ve ye, ku serokê Sûriyê ew rê destnîşan kiribûn.

Beşar Esed ê serokê Sûriyê pêştir di daxuyaniyekê de gotibû, ji bo çareserkirina mesleya deverên li rojhilatê çemê Firatê du rê li pêş Şamê hene, diyalog û şer. Esed gotibû, ew piştevanî li diyalogê dikin, lê eger ew rê bê encam be, ew dê bi rêyên serbazî meseleya deverên li rojhilatê çemê Firatê çareser bikin.

Muelim behsa danûstandinên hikûmeta Sûriyê û Kurdan jî kir û got, eger Kurd her pişta xwe bi Amerîkayê girê bidin, danûstandin li gel wan windakirina demê ye.

Derbarê sîstema federal û daxwazên kurdan di vê derbarê de, El-Muelim got, ku pêşniyarkirina federalîzmê li dijî destûra bingehîn a Sûriyê ye, û dewleta Sûriyê rêzê li destûrê digire.