HILBIJARTIN | Ji ber pirsgirêkên cîhazên dengdanê gelek kes nikarin dengê xwe bidin

10 October 2021 12:15 0 dîtin
HILBIJARTIN | Ji ber pirsgirêkên cîhazên dengdanê gelek kes nikarin dengê xwe bidin

PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêr, Mûsil û Duhokê û hin deverên din, li hinek navendên dengdana hilbijartinên parlementoya Iraqê, pirsgirêkên teknîkî çêbûne û cîhazên dengdanê xera bûne û ji ber wê jî xelk nikarin dengê xwe bidin.

Berpirsê binkeya dengdanê ya Barzaniyê Nemir li Hewlêrê, Seîd Elî daye xuyakirin, binkeya me ji 6 wêstgehan pêk hatiye ku cîhazên du wêstgehan xera bûne ji ber wê jî xelk nikarin deng bidin.

Seîd Elî gotiye, berpirsên komîsyona hilbijartinan ya Iraqê 4 hejmarên telefonê dane me, her pirsgirêkek derket em telefona wan bikin lê mixabin em ji sibê de telefona wan dikin ti kes bersiva me nade.

Herdwiha hat diyarkirin, ji ber ku cîhaz bi şîfreyan vedibin loma ew nikarin cîhazek din jî li şûna yên xirabûyî deynin û ev jî dibe sedem ku li hin navendên dengdanê gelek hilbijêr nikarin dengê xwe bidin.

Li Kurdistan û Iraqê dengdana hilbijartinên giştî dest pê kir