Hilbijartinên Afrîkaya Basûr: Desthihlata ANCê bi dawî dibe
PeyamaKurd – Li gorî encamên yekemîn ên hilbijartinên Afrîkaya Başûr, Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku ji hilbijartinên 1994an û vir ve li vî welatî desthilatdar e, li parlamenê pirekursîtiya xwe ji dest da.
Li Afrîkaya Başûr, di hilbijartinên parlamenê de heta niha zêdeyî ji sedî 50 ê dengan hatine jimartin. Li gorî encamên nefermî, ANC ji sedî 42, Hevpeymaniya Demokratîk (DA) jî ji sedî 23yê dengan girtiye.
Eger ti partiyek ji sedî 50 dengan nestîne, partiya ku herî zêde deng wergirtiye, wê hewl bide bi yek yan çend partiyan re hikûmeteke hevpeymanî ava bike.
Partiya Serokdewletê berê Jacob Zuma Rimê Neteweyê (MK) ji sedî 11ê dengan, partiyên çep ên Şervanên Azadiya Aboriyê (EFF) jî ji sedî 10ê dengan standine.
Wê serokkomar jî bê hilbijartin
Hate gotin ku wê encamên dawî yên hilbijartinan di dawiya hefteyê de bêne eşkerekirin.
Di dengdana duh a heftemîn hilbijartinên giştî yên Afrîkaya Başûr a ji bo hilbijartina parlamentên Parlamena Neteweyî û endamên encumenên parêzgehan de, tê çaverêkirin ku nêzîkî 27 milyon dengderên tomarkirî çûne ser sindoqan
Parlamenta ku ji 400 endaman pêk tê, wê piştre Serokkomarê welat hilbijêre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin