Hilbijartinên Îranê man tûra duyemîn

29 June 2024 13:32 0 dîtin
Hilbijartinên Îranê man tûra duyemîn

PeyamaKurd – Ji ber ku di hilbijartinên dewra 14an a Serokkomariya Îranê de yek ji namzetan ji sedî 50î derneket, Mesûd Pezeşkiyan reformxwaz û parêzgerê kevneperest Seîd Celîlî ku herî zêde deng bi dest xistin, derketin gera duyemîn.

Berdevkê Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê Muhsîn Îslamî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de encamên ewil eşkere kir.

Berdevkê Îslamî got, "Li gorî encamên ewil namzedê reformxwaz Pezeşkiyan bi rêjeya ji sedî 42,3, namzedê muhafazakar Celîlî jî bi rêjeya ji sedî 39,5 li pey wî ye."

Ji ber ku yek ji namzetan ji sedî 50 derbas nebû, hilbijartin derbasî tûra duyemîn bû.

Reformîst Mesûd Pezeşkiyan û muhafazakar Seîd Celîlî ku herî zêde deng stendin wê di tûra duyemîn de bikevin pêşbirkê.

Wê serketina tûra duyemîn a ku di 5ê Tîrmehê de bê lidarxistin, serokkomarê nû diyar bike.

Encamên yekem

Mesûd Pezeşkyan - 10 milyon û 415 991 deng (ji sedî 42)

Said Celîlî - 9 milyon û 473 hezar û 298 deng (ji sedî 39)

Muhammed Bakıri Kalibaf - 3 milyon û 383 hezar û 340 deng (ji sedî 14)

Mistefa Purmuhammedî – 206 hezar û 397 deng (ji sedî 1)

Berdevkê Îslamiya Îranê ragihandibû ku dema dengdanê ya ku li gorî saeta herêmî saet 08.00an destpê kiribû û diviyabû saet 18.00an bi dawî bibûya, lê sê caran hatibû dirêjkirin, doh bi şev saet 24.00an bi dawî bû.

Îslamî gotibû ku ji saet 24:00an ve deriyên navendên hilbijartinê hatine girtin û tenê kesên ku li hundir mane wê dengê xwe bidin.

Hat diyarkirin ku ji 61 milyon hilbijêran nêzî 42 milyon hilbijêran deng dane.

Piştî ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di 19ê Gulanê de di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, Meclîsa Parêzvanên Destûra Bingehîn biryar da ku di 28ê Hezîranê de hilbijartinên serdema 14an a Serokkomariyê bên lidarxistin.