Hilbijartinên Tûnisê di bin siya boykotê de têne kirin
PeyamaKurd – Li welatê Tûnisê hilbijartinên serokkomariyê îro beyaniyê li demjimêr 07.00 dest pê kirin. Mafê bi qasî 10 mîlyon hilbijêran heye biçin ser sindoqan û beşdarî proseya dengdanê bibin.
Serokkomarê heyî Qeys Seyîd ku erka wî bi dawî bûye jî di nav de, parlamenterên berê Zuhêr El Mexzawî û parlamenterê berê û karsaz El Eyaşî Zemal di pêşbirka hilbijartinê de cî digrin.
Serokê Tevgera Tûnisê ya ji bo Destpakî û Demokasiya Hilbijartinan Besam Mueter dema destpêkirina proseya dengdanê ragihand, ji ber pirsgirêkên di dema kampanyeya hilbijartinan de derketine, rêjeya beşdarbûnê bi astengiyan re rû bi rû ye û diyar kir, hin partiyên muxalif hilbijartinê boykot dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin