Li Azerbaycanê hilbijartinên parlamentoyê têne kirin
PeyamaKurd – Azerbaycan îro Yekşemê 7emîn car ji bo hilbijartina endamên Meclisa Millî diçe ser sindoqan.
Proseya dengdanê ya ji bo hilbijartina 125 endamên parlamentoyê li demjimêr 08:00 dest pê kir û wê heta demjimêr 19:00 berdewam bike ku mafê 6 milyon û 421 welatiyên Azerî heye biçin ser sindoqan deng bidin.
Hate ragihandin ku cara ewil li herêmên Qerebax, Şûşa, Hankendî, Hocavend, Agdere, Agdam, Cebyrayil, Fuzuli, Zengihan, Gubadli, Laçîn û Kelbecerê jî be tevahî 42 hezar hilbijêr wê dengê xwe bidin ku ew herêm di şerê sala borî de ji bin kontrola Ermenistanê hatibûn derxistin.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, bi sedema konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP 29) ku di meha Mijdarê de li Bakuyê tê lidarxistin, Meclîsa Milî hilweşandibû û 1ê Îlonê wekî roja hilbijartinê diyar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin