Li 7 deveran hilbijartinên dubare têne kirin

22 May 2024 18:16 0 dîtin
Li 7 deveran hilbijartinên dubare têne kirin

PeyamaKurd – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, piştî ku encamên teqezî yên hilbijartinên 31ê Adarê ragihand, eşkere kiribû ku wê li 7 navendan hilbijartin bên dubarekirin.

Serokê YSKê Ahmet Yener îro 22yê Gulanê ragihand ku wê 2yê Hezîranê roja Yekşemê li Aksaray-Guzelyurt, Kayseri-Pınarbaşı, Riha-Hîlwan, il Sêwas-Yildizeli, Guneykaya, Dêrsim– Mazgirt, Akpazar, Kirklareli-Luleburgaz Buyukkariştiran û li beldeyên Aksaray-Navend û Saglikê hilbijartinên seroktiya şaredariyê bên dubarekirin.

Hêjayî gotinê ye, du navçeyên mijara nîqaşê Pinarbaşi ya Qeyseriyê (CHP piştî 35 salan qezenc kiriye) û ya din jî navçeya Riha Hîlwan (Cûrnêreş) e ku DEM Partiyê qezenc kiribû.