Hilbijartina Fransayê bi encam bû: Macron bi ser ket

24 April 2022 23:53 0 dîtin
Hilbijartina Fransayê bi encam bû: Macron bi ser ket

PeyamaKurd-Hilbijartina Serokomariya Fransayê ya gera duyem, bi dawî bû. Li gorî encamên destpêkê, Emmanuel Macron piraniya dengan bi dest xist û cara duyemîn wekî Serokomarê Fransayê hat hilbijartin. Cara yekemîn e ku li Fransayê kesek 2 caran li ser hev wekî Serokomarê Fransayê tê hilbijartin.

Li gorî daneyên hatin parvekirin, Macron di navbera %57 heta %58,5ê de deng bi dest xistine û Marine Le Pen jî di navbera %41.5 heta %43 de deng bi dest xistine. Hat zanîn ku encama gera duyemîn a hilbijartinên îsal, ji encamên gera duyemîn a sala 2017an kêmtir e. Lewra Macron di gera duyem a wê demê de ji %66ê dengan bi dest xistine.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, yekem rayedarên Ewropayê bûn ku li benda encamên dawî û fermî yên hilbiajrtinê nesekinîn û Macron pîroz kirin.

 Marine Le Pen jî bi rêya peyamekê ragihand ku ew ê xebatên xwe yên li ser siyasetê bidomîne.