Hilbijartina Fransayê: Le Pen û Macron piraniya dengan girtin
PeyamaKurd- Hilbijartina Serokomariya Fransayê ya gera yekem bi dawî bû. Li gorî daneyên ji sandoqan eşkere bûn; Emmanuel Macron û Marine Le Pen, man gera duyem a hilbijartinê.
Li welatê ku 12 berendamên serokomariyê ketibûn pêşbaziyê, gera yekem bi dawî bû. Li gorî anketên ku diyar bûne; tu berendamekî di gera yekem de ji % 50yê dengan bi dest nexistiye. Li gorî van daneyan Macron ji %28,1ê dengan bi dest xistiye û di gera yekem de bûye yekemîn. Her wiha Le Pen jî bi girtina ji % 23,3yê dengan bûye duyemîn.
Bi berdewamî: berendamê çepgir Jean-Luc Melenchon ji %20,1ê dengan, Eric Zemmour ê rastgir ji %7,2yê dengan û namzetê Partiya Komariyan Valerie Pecresse jî ji %5ê dengan girt.Serokê Partiya Keskan û Parlementerê Parlementoya Ewropayê Yannick Jadot ji % 4,4ê dengan, Serokşaredara Parîsê ya Partiya Sosyalîst Anne Hidalgo jî ji % 2,1ê dengan girt.
Encamên gera yekem ên Hilbijartina Serokomariya Fransayê, dê bi awayê fermî roja 13ê Nîsanê ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve were eşkerekirin. Berendamê/a ku di gera duyem de bi ser bikeve, dê di 13’ê Gulanê de derbasî ser peywira xwe bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin