Hilbijartinên Stenbolê | Derheqê 111 kesan de lêpirsîna dadî hat kirin
PeyamaKurd – Di proseya dengdana hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku îro 23yê Hezîranê birêve diçe de, ji bo 111 dengdêran li ser sindoqan lêpirsîna dadî hat kirin.
Li gorî amarên heta demjimêr 16:30an hatine bidestxistin, îro ji beyaniyê ve kesên ku li ser sindoqan dema dengdanê li derveyî qanûna hilbijartinê tevgeriyane hatine astengkirin û hêzên asayîşê li ser 111 kesan lêpirsînên dadî pêk anîne.
Hat ragihandin ku di nav wan 111 kesan de, kesên wêneyê dengdanê girtine, alozî derxistine, li şûna kesên din xwestine deng bidin, çek bi xwe re anîne, kiryarên gefxwarin û heqaretê kirine, bi alkolê hatine ser sindoqê û kesên bi cilûbergên neguncaw çûne ser sindoqan hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin