Hinardekirina petrola Iraqê ya Gulanê diyar bû
PeyamaKurd – Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar kir ku tevahiya hinardekirina petrola xav heta Gulana 2024an nêzîkî 105 milyon bermîl e.
Di daxuyaniya ku doh ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de li gor amarên dawî yên Şîrketa Bazirganî ya Neftê ya Iraqê (SOMO) hinardekirina petrolê ya meha Gulanê ya giştî hat diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi giştî rêjeya petrola xav a ku ji naverast û başûrê Iraqê hatiye hinardekirin di meha Gulanê de 104 milyon û 130 hezar û 292 bermîl bûye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Petrolê di meha Nîsanê de bi rêya SOMOyê 102 milyon û 386 hezar û 818 bermîl îxracata petrola xam bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin