Hindistanê endîseyên xwe yên serê li Mynamarê ji bo rêvebiriya Myanmarê ragihand

26 June 2024 20:32 0 dîtin
Hindistanê endîseyên xwe yên serê li Mynamarê ji bo rêvebiriya Myanmarê ragihand

PeyamaKurd – Li gor TV ya NDTVê; cîgirê serokwezîrê cûnta leşkerî ya Myanmarê û hem wezîrê karên derve Than Swe, ji bo seredanekî fermî li Hindistanê, li payîtext Delhî ya Nû, bi wezîrê karên derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar re civiyaye.

Hindistan, şiddet û bêîstîqrariya ku li Mynamarê dewam dike, li ser sînorê hindistanê bandorê li Hindistanê dike û endîşeyên xwe yên di mijarê de ji cîgirê serokwezîrê cûntayê û hem wezîrê karên derve yê Mynamarê, ji Than Swe re gihandiye.

Jaishankar bang kiriye ku li Myanmarê di wextekî kurt de derbasî pêvajoya demokrasiyê bibin û ji bo çareseriyê amade ye ku bi her terefê re pêwendî deyne û ji bo alîkariyê amade ye. Jaishankar, gotiye ku karê qaçax yê maddên hişber, sîlih û mirovan pirsgirêkên esasîne.

Sînorê Myanmarê bi Hindistanê de 1600 km ye. Eyaletên ser sînor yên Arunaçal Pradeş, Nagaland, Manipur û Mizoram ji şerê li Myanmarê bandorê digrin. 400 km sînorê navbera Hindistanê yê eyaleta Manipurê bi Myanmarê re ye. Tenê 10 km yê sînor têlkiriye.

Ciyê ku têl lê tine, ciyê navbera Myanmar, Laos û Taylandêye. Ji bo derbaskirina maddên hişber ciyê herî baş e.

Li Myanmarê ji bilî pirsgirêkên etnîkî, koçeka mezin heye ji ber şerê etnîkî. Li Mynamarê di 21 Sibata 2021an de derba leşkerî çêbû û leşker dest danîn ser îdarê û heya niha dev ji desthilatê bernade.