Hindistan û Çîn, ji bo çareseriya pirsgirêka sînor leskerên xwe pas de diksînin
PeyamaKurd – Hindistan û Çîn, piştî li ser gera dewriyên xwe yên ser sînor li hev kirin, leşkerên xwe yên ku li noqteyên gengeşe li ser wan hene, dest bi vekişandina wan leşkeran kirin. Wê vekişandina leşkeran heya dawiya mehê biqede û avahiyên demkî ji holê rabikin.
Li gor ragihandina kanala NDTVê ku binkeya xebera xwe biriye ser rêvevbirekî leşkerî yê di asta bilind de, leşkerên her dû dewletan ji rojavayê Ladakhê, ji deverên Demchok û Depsang ji ser sînor vedikşînin.
Rayedar ragihand ku paşdekişîna leşkerên her dû welatan dê heya dawiya mehê biqede û wê dagerin ser reewşa xwe ya berya Nîsana 2020an.
Di wexta paşdekişina leşkeran dewam dike, wê alavên wekî kon, baraka û alavên din yên demkî ji ortê rakin û fermandarên ser sînor wê nîzamî tevlî civînan bibin.
Li deverên Depsang û Demchokê, dê her dû dewlet xwediyê bijarteyên çavdêriyê bin û ji bo talûkeyekî nebe, dema leşkerên her dû welatan derkevin dewriyê, dê hev agahdar bikin.
Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Lin Cien, li Pekinê ji bo rojnamevanan ragihand ku:
“Yekîneyên sînor yên her dû terefan, li ser xebata pêwendîdar, bê pirsgirêk xebatên xwe didomînin.”
Xetta sînorê navbera Çînê û Hindistanê ku ji aliyê çiyayê Hîmalaya de tê dorpêçkirin, dibe sedema desthilata navbera her dû dewletan. Çem, gol, bûzûl û bilindahiyên ku daîma berf li ser wanin, dirêjahiya wan 3.500 km ye û dibin sedema dijberiya navbera her dû dewletan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin