Leskerên Çînê û Hindistanê li ser sînor pevçûn

13 December 2022 00:18 0 dîtin
Leskerên Çînê û Hindistanê li ser sînor pevçûn

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya Hindistanê; li ser sînorê Çînê û Hindistanê li devera Tawang a eyaleta Pradeşê, li ser xeta kontrolê di navbera leşkerên Çînê û Hindistanê de pevçûn derket.

Di encamê de ji her dû aliyan birîndarên sivik çêbûne û piştî pevçûnê her dû teref ji deverê dûr bûne. Heya niha ji her dû terefan ti agahî nehat dayîn.

Hat gotin ku fermandarê Hindî bi hemkarê xwe yê Çînî re civînekî çêkiriye û mijarê çareser kirine.