Hindistanê zêdetirî 1,5 ton alîkariyên bijîskî ji Helebçeyê re sand
PeyamaKurd – Hindistanê zêdetirî 1.5 ton pêdiviyên bijîşkî ji bo nexweşxaneya qurbaniyên çekên kîmyayî ya Helebçeyê şand.
Qaymeqama Helebce Nuhşa Nasihê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan berê lîsteya pêwîstiyên nexweşxaneyê ji Konsulxaneya Hindistanê re şandine û îro jî Hindistanê ev daxwaz bi cih anîne û alîkarî pêşkêşî wan kiriye.
Nasihê tekez kir ku piraniya kelûpelên bijîşkî yên ku hatine şandin ji dermanên pêwîst ji bo dermankirina qurbaniyên çekên kîmawî pêk tê ku ew giringiyeke jiyanî ne, bi taybetî ji bo nexweşên ku tûşî nexweşiyên bêhnstandinê dibin.
Nasihê diyar kir ku ev alîkarî dê salekê hewcedariyên nexweşan bi cih bîne û wiha got:
“Em hêvîdar in ku alîkariyên wiha dewam bikin û em ê hevkariya xwe bidomînin.”
808 mexdûrên çekên kîmyewî tên dermankirin
Nasihê got, “
Niha li Herêma Kurdistanê 808 mexdûrên çekên kîmyewî tên dermankirin. Nexweşên ku rewşa wan giran e û nexweşiyên wan ên bêhnstandinê hene, pêşî ew ê bikarin vê alîkariyê wergirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin