Rûsyayê alîkariyên bijîskî bo Sûriyê sandin
PeyamaKurd -Wezareta Tendirustiya Sûriyê beşek alîkariyên bijîşkî ji Rûsyayê wergirtin ku di nav de amûrên hensedanê jî hene.
Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, Duh 17ê vê mehê 50 amûrên henasedanê, 10 hezar amûrên kît ên pişkinîna koronayê, hezar cilên herdemî dijî virusa korona û hezar cilên demkî dijî virusê ji Rûsyayê gihiştine Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê.
SANA heriha da zanîn, ku di 20 Nîsanê de hinek alîkariyên din jî ji Rûsyayê dê bigihên Sûriyê, ew jî 150 amûrên henasedanê ne.
15ê Nîsanê, Çînê alîkariyên pizîşkî bo rûbirûbûna koronayê ji Sûriyê re şandibûn, di dema ku Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê ragihandibû ku heta niha tenê 38 kes li Sûriyê bi koronayê ketine, 5 ji wan baş bûne û 2 kes mirin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin