NY peymana sandina alîkariyên bo Sûriyê 2 hefteyan dirêj kir

10 January 2020 21:59 0 dîtin
NY peymana sandina alîkariyên bo Sûriyê 2 hefteyan dirêj kir

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) peymana şandina alîkariya ji bo Sûriyê ku îro bidawî dibe, du hefteyan dirêj kir.

Hat ragihandin ku 5 endamên Konseya Ewlehiyê ya navdewletî, biryar dan ku dema peymana şandina alîkariyan a ji bo Sûriyê, du hefteyan dirêj bibe.

Berî niha hejmarek ji rêxistinên Sûrî bi nameyekê daxwaz kiribûn ku biryara bidawîkirina peyamanê were taloqkirin.

Endamên Konseya Ewlehiyê ya navdewletî jî diyar kirin ku ji bo rûniştina dema pêş, ew ê projeyeke pêşîn a din amade bikin.

20ê Kanûnê di civîna KENY de, projeyasaya berdewamkirina alîkariyên NY bo koçber û mexdûrên şerê Sûriyê ji aliyê welatên Çîn û Rûsyayê ve hatibû vetokirin ku li demeke nêzîk ew alîkarî ji ber girtina deriyên Sûriyê tên rawestandin.

Rûsyayê hiştibû ku 6 mehan alîkarî tenê ji deriyên sînor yê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibin.

NYyê jî, ji bo karibe hîn zêdetir alîkarî bide koçberan daxwaz kir ku peymana şandina alîkariyan ya ji bo Sûriyê were nû kirin.