Husên: Divê bi lez alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bên sandin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir, divê bi lez alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bên şandin, dûrî hemû guhertinên siyasî.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Husên di civîna Wezîrên Karên Derve yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Romayê de, dilgiraniya Iraqê derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de nîşan da.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Husên di civînê de behsa kamp û koçberan li Sûriye û Iraqê û hebûna bi milyonan koçberên Sûrî li Iraq û welatên derdorê kir û diyar kir, hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl didin ku piştgiriyê bidin wan.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Husên tekez kir ku pêwîst e bi lez piştgiriya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de were kirin û destnîşan kir, nearamiya li Sûriyê heye, bandorê li rewşa ewlehiya Iraqê dike.”
Wezareta Karên Derve ya Iraqê da zanîn: “Husên tekez kir ku divê bi nêzîkahiyeke nû serederî bi rewşa Sûriyê re were kirin û krîza wê di çarçoveya guhartinên nevxweyî, herêmî û navdewletî de bê çareserkirin, bi awayekî ku krîza mirovî li ser gelê Sûriyê sivik bike. Herwiha Tekez kir jî, divê bilez alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bên şandin, dûrî hemû guhartinên siyasî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin