Rûsya: Divê alîkariyên mirovî tenê bi hevkariya Samê bên kirin
PeyamaKurd - Rûsya şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi şertê hevkarîya bi rejîma Şamê re girê da..
Nûnerê Rûsyayê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de Vasily Nebenzya, di civîneke Encûmena Asayîşa Navdewletî de, ji welatên Ewropayê xwest ku ji bo şandina alîkariyên mirovî li şûna vekirina dergehan divê hevkarî bi hikumeta Şamê re bê kirin.
Vasily Nebenzia got, mekanîzmeya şandina alîkariyan bi rêya sînorên ji derveyî kontrola Hikumeta Şamê demkî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji ber vetoya Rûsyayê NY bi rêya deriyên sînorên bi rejîma Sûriyê re êdî nikare alîkariyan derbasî Sûriyê bike û bi taybet jî Rojavayê Kurdistanê tevî bi sed hezaran koçberan dihewîne ji alîkariyên mirovî bêpar dimîne.
JBirîtaniya û Amerîka daxwaz li Rûsyayê dikin, careke din dergeha Til Koçerê ji bo alîkariyan were vekirin, lê Rûsya hevkariya bi rejîma Şamê re îşaret dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin