Hindistanê dest danî ser 725 mîlyon dolarê sîrketa Çînê ya Xiaomiyê
PeyamaKurd – Rêvebiriya îcrayê ya Hindistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji ber şîrketa Xiaomi qanûnên dowîzan îhlal kiriye, dest daniye ser 725 mîlyon dolarê şîrketê. Şîrketa Xiaomiyê mezine û ya telefonên biaqile.
Li gor çapemeniya Hindistanê; ji bo biryara destdanîna ser pere hat gotin ku ji ber di meha sibatê de, di derbarê şîrketê de lêkolîn dabûn destpêkirin û ji perên hatine hewalekirin ketibûn endîşê, di encama şopandina mijarê de gihan encamê. Perê hatine şandin di bin navê telîfê de ji bo 3 şîrketên biyanî hatine şandin û miqdarê wê 725 mîlyon dolare.
Şîrket jî ragihand ku perê şandine di rêya qanûnê de ye, beyanên wan qanûnîne û tiştên şaş hatine fêmkirin, ji bo wan sererast bikin, wê bi hukumetê re di mijarê de nêz bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin