Hîzbûllah: Têkiliya Îsraîlê bi teqîna Lubnanê nîne
PeyamaKurd- Hîzbûllah a Lubnanê got ku ti têkiliya Îsraîlê tineye ku dibêjin êrîş kirine ser depoyên sîlihên wan û got ku ev xeber derew e. Çavkaniyên nêzî Hîzbûllahê bo medya cîh ragihandine ku ne raste teqîn di depoyên sîlihên wan de çêbûye û Îsraîlê êrîş biriye ser wan depoyan.
Teqîna Lubnanê heya Kibrisê hatibû hîskirin û wezareta tenduristiyê ya Lubnanê ragihandibû ku gelek birîndar hene, teqîn nêzî mala serokwezîrê berê Saad el-Harîrî çêbûye û di teqînê de herî kêm 10 kes mirine. Lê paşî di beyanên dinan de, di jimara miriyan de herkes reqemekî dibêje.
Li aliyê dinê ajansa dewleta Lubnanê ragihand ku teqîn di depoyekî fişekên hewayî de çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin