Hîzbûllah a Lubnanê xwest bi dronan bikeve nav axa Îsraîlê û sînor tevlihev bû
PeyamaKurd – Carna ji nav Lubnanê bi roket û hawanan li Îsraîlê dixin û di ser de Hîzbûllah a Lubnanê xwest bi dronan an ku balafirên bêmirov bikevin nav axa Îsraîlê lê li ser van lebatên Hîzbûllahê yên li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê, li bjarê Hayfayê xelk kete nav panîkê. Li ser îhtîmala êrîşan, Îsraîliyên li bajêr ketin ciyên xweparastinê.
Radyo ya artêşa Îsraîlê ragihand ku 15 balafirên bêmirov (IHA-SIHA) xwestine bikevin nav axa Îsraîlê. Li deverê zengilên hawarê ketine dewrê an ku hatine aktîf kirin.
Balafirên Îsraîlê di ser sînorê Lubnan-Îsraîlê de firiyan û li ser sînor dengê teqînan hatiye.
Li ser şerê navbera Îsraîl-Fîlîstînê artêşa Îsraîlê sînorê xwe yê bi Lubnanê re qewî dike da Hîzbûllah a Lubnanê yarmetiya Hamasê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin