Serokê nû yê Hîzbûllahê Naîm Qasim: 'Ji bo Lubnanê ser bike’

30 October 2024 21:41 0 dîtin
Serokê nû yê Hîzbûllahê Naîm Qasim: 'Ji bo Lubnanê ser bike’

PeyamaKurd – Sekreterên giştî yê nû yê Hîzbullah a Lubnanê Naîm Qasim ragihand ku partiya wan tenê ji bo Lubnanê biparêze şer dike û di şerê li hemberê Îsraîlê yê Hamasê de serokê Hamasê Yahya Sinvar wekî lehengekî dibîne.

Qasim, wekî Nasrallah goya rêçika wî dimeşîne, dibêje ku şer naxwaze lê ji bo şer jî amade ne. Naîm Qasim got ku tenê ji bo Lubnanê biparêzin û rizgar bikin şer dikin û wê rêça seydayê xwe ya Nasrallah bimeşîne.

Qasim, di beyana xwe de her weha got ku Hîzbûllah ji bo Îranê şerê wekaletê jî nake. Qasim, bi sedema meclisa şûrayê ew hilbijartiye û kiriye sekreterê Hîzbûllahê sipasiya wan endamanên meclisê kir.

Li ser ew çend Îsraîl derban li ser derban li Hizbullahê xistiye û wê lewaz kiriye, li ser dahatûya Hizbullahê Qasim got:

“Bernama xebatê, ew rêbaza ku Nasrallah di rê de hiştiye, wê wekî dewama wê be. Hîzbûllah li Lubnanê ne li ser navê Îranê an ku projeyên Îranê bicîh bîne lê ji bo parastina Lubnanê û azadkirina wê şer dike.”