HTS, di serê salê de xwest bikeve devera Durziyan lê Durzî rê nedan wan
PeyamaKurd – Xelkê herêma Suweydayê piraniya wan Durzî ne û dixwazin xwe bi xwe îdare bikin lê di bin sîwana Şamê de. Serokên Durziyan dibêjin ku ji bo çekan deynin hêj zûye û berya wê, divê mafên Durziyan di destûra Sûriyê de bixin bin garantiyê.
Peyamnêrê Dilxwaz Muhammed çûye devera Durziyan û li daxwazên wan guhdarî kiriye û jêre gotine ku şeva serê salê hêzên HTŞê xwestine bikevin herêma Durziyan. Lê hêzên Durziyan bi serpereştiya Şêx Hikmet el-Hecri nehişt hêzên HTŞê bikevin deverê û HTŞ mecbûr ma paşde dagere. Li ser mijarê fermandarekî Durziyan yê bi navê Şêx Merwan el-Rizk got:
“Konwoya leşkerî ya HTŞê şeva serê salê, dema xelk bi kêfa xwe dikir, bi çekên giran hatin. Em hatina weha qebûl nakin. Divê bi me re li hev bikin û bi cilên sîvîl werin. Em dixwazin xwe bi xwe îdare bikin lê girêdayê Şamê bin. Ji bo hevkariyê, me destê xwe dirêjî wan kiriye.
Em ê bajarê xwe li gor hûqûq û qanûnan birêve bibin û xwe îdare bikin. Em ê koordînasyonê bikin û wê di nav me de çek nebin. Em gelek xwurtin û bi rêya çekan, em dikarin zorê bidin Şamê.
Em hêvî dikin ku dewletekî qanûnî û demokratîk ava bikin. Divê temamê Sûriyê destê xwe bidin hev. Ji ber bê Suweyda bê Qamîşlo nabe, Qamişlo bê Tedmur û bajarên din nabin. Em Sûriyeyî ne û girêdayê vî welatîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin