Hollanda besdariya Tirkiye ya Peymana Gumrukê ya YEyê bi sertê Demirtas girê da
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji ber Enqere biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di derbarê serbestberdana siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş û çalakvanê sivîl Osman Kavala bi cih nayîne, Hollandayê gotiye ew ê Peymana Yekitiya Gumrikê ya ji bo Tirkiyeyê pesend neke.
Parlamentoya Holendayê ji ber bi cih nehanîna biryarên DMME wekî berteknîşandayîn pêşniyarnameya blokekirina peymana Yekitiya Gumrikê ya di navberaTirkiye û Yekitiya Ewropayê (YE) de pesend kir.
Parlamenta Holendayê û raportora berê ya YE ya Tirkiyeyê Kati Piri, pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Holendayê kir.
Kati Piriyê di pêşniyarnameyê de xwest ku Tirkiye biryara serbestberdana Demîrtaş û Kavala bi cih bîne û got:
“Heta ku Tirkiye biryarên DMMEyê yên serbestberdana demildest a Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala bi cih neyîne bila peymana Yekitiya Gumrikê neyê nûjenkirin.”
Parlamentoya Holendayê pêşniyarnameya Kati Piriyê qebûl kir.
Li gor pêşniyarnameyê, heta ku Demîrtaş û Kavala neyên serbestberdan, Holenda dikare nûkirina Peymana Yekitiya Gumrikê ya di navbera Tirkiye û YEyê de asteng bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin