HPGê xistina helîkoptereke êrîsê ya artêsa Tirkiyê ragihand

05 August 2022 14:02 0 dîtin
HPGê xistina helîkoptereke êrîsê ya artêsa Tirkiyê ragihand

PeyamaKurd – HPGê diyar kir ku li herêma Zapê helîkoptereke êrîşê ya artêşa Tirkiyê xistine.
Li gor HPGê daye zanîn, ew ê têkildarî mijarê, îro raya giştî agahdar bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê do bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku li herêma Zapê, derbeke giran li helîkoptera artêşa Tirk  xistine.

Herwiha li gorî agahiyên dawî yên çavkaniyên HPGê, helîkoptera êrîşê, li Qada Girê FMê ketiye xwarê û ew ê îro têkildarî xistina helîkopterê raya giştî agahdar bikin.