HRANA: Ji 419 kesên hatine qetilkirin, 60 ji wan di bin 8 saliyê de ne

21 November 2022 20:45 0 dîtin
HRANA: Ji 419 kesên hatine qetilkirin, 60 ji wan di bin 8 saliyê de ne

PeyamaKurd – Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên dawî yên tundûtujiya hêzên rejîma Îranê ya li dijî xwepêşanderan eşkere kir.

HRANAyê ragihandiye ku ji 17ê Îlonê heta 20ê Mijdarê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 419 xwepêşandêr hatine kuştin  ku ji wan 60 zarokên di bin 8 saliyê de ne.

Di rapora HRANAyê de hatiye diyarkirin, heta 20ê Mijdarê 17 hezar û 451 kes hatine girtin û li 155 bajarên Rojhilat û Îranê xwepêşandan çêbûne.

Herwiha hatiye gotin, heta 20ê Mijdarê, li 142 zanîngehên Îranê xwepêşandan hatine kirin û hêzên Îranê herî kêm 540 xwendekar girtine.