Di hefteya 791emîn a kesên hatine wendakirin de aqûbeta Necatî Aydin hate pirsîn

08 April 2024 11:31 0 dîtin
Di hefteya 791emîn a kesên hatine wendakirin de aqûbeta Necatî Aydin hate pirsîn

PeyamaKurd - Şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan û xizmên kesên hatine wendakirin, di hefteya 791emîn de, li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê çalakiya "Bila wenda bêne dîtin û kiryar bêne darizandin" li dar xistin.

Xizmên wendabûyiyan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û parêzvanên mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de bi zorê hatine wendakirin û kesên di encama hêrişa Koşûyolû ya kiryarnediyar de hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Di hefteya 791emîn a çalakiya Xizmên Wendabûyî de, kiryarên Necatî Aydin ê di 4ê Avrêla 1994an de li Amedê, di bin çavan de hate wendakirin, hatin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya çalakiyê axivî û got: "Xizmên wendabûyiyan ên di salên 90î de ji bo aqûbeta xizmên xwe bizanibin hatin cem hev, 15 sal in li vir û 30 sal in jî li Qada Galatasaray a Stenbolê têkoşîna xwe didomînin. Hefteya borî hem encamên hilbijartinê hem jî biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind demeke dirêj di rojevê de bûn. Em weke xizmên wendabûyiyan û parêzvanên mafên mirovan divê li cihên ku hem li ser hikûmetê hem jî li dijî Lijneya Bilind a Hilbijartinê gelek angaştên sextekariyê lê hene, biryarên qanûnî bidin ku vîna gel di sandoqan de binivîsin.

Divê kaosa ku piştî biryara di derbarê parêzgeha Wanê de derketiye holê dubare nebe. Dengên ku dikevin sandoqê divê ji sandoqê derkevin. Li dijî îtîrazên Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya li hemberî hilbijêrên bi emanet, divê biryarê bide ku gringiya nîşandana vîna gel a li wir di sandoqan de bê mîsogerkirin.

Piştî axaftinê ji bo Necatî Aydin û hemû wendabûyiyan û mexdûrên qirkirinên siyasî yên kiryar nediyar 1 xulek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.