UNRWA: 70% ji kesên ku li Gazzeyê hatine kustin zarok û jin in

31 October 2023 12:35 0 dîtin
UNRWA: 70% ji kesên ku li Gazzeyê hatine kustin zarok û jin in

PeyamaKurd – UNICEF dibêje li Gazzeyê her roj zêdetirî 420 zarok tên kuştin an birîndarkirin

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên 3 hefteyên dawîn ên li Gazzeyê de ji sedî 70ê wan zarok û jin in.

Komîserê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini, di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya lezgîn de ji bo nirxandina rewşa Rojhilata Navîn di derbarê Gazzeyê de nirxandin kirin.

Lazzarini diyar kir, li Gazzeyê cihekî ewle tune ye, Lazzarini derbare êrîşên Îsraîlê yên 3 hefteyên dawî yên li Gazzeyê hatin kuştin wiha got: "Ji sedî 70yê wan zarok û jin in."

"Dorpêça niha ya li ser Gazzeyê celebek cezakirina kolektîf e." Lazzarini got, "Ev ne tenê mexdûr in. Dêr, mizgeft, nexweşxane, tesîsên sîvîl ên ku mirovên jicîhûwarkirî dihewînin, nehatin girtin, gelek kesên ku qanûnên însanî yên navneteweyî diparêzin hatin kuştin û birîndarkirin."

Rêvebera Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russel jî diyar kir, ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê heta niha zêdeyî 3 hezar û 400 zarok mirine û zêdeyî 6 hezar û 300 zarok jî birîndar bûne.

Russel got, "Ev tê wê wateyê ku zêdetirî 420 zarok her roj li Gazzeyê têne kuştin an birîndarkirin, ev jimar divê her yek ji me bihejîne."

Russel da zanîn ku li Gazzeyê herî kêm 221 dibistan û zêdeyî 177 hezar xanî hilweşiyane an jî zirar dîtine û hişyarî da ku pêwîstiyên din ên jiyanî yên Gazzeyê, nemaze ava paqij, bi lez diqedin û nebûna ava paqij û paqijiyê wê bibe karesatek.