Li Efrînê termên 12 kesên ji aliyê çekdaran ve hatine kustin hatin dîtin
PeyamaKurd - Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve li xwe mikur hatine ku termê 12 kesên Efrînî ku 2 ji wan jin in eşkere kirine.
Li gorî nûçeyê termê 12 kesên ku 2 ji wan jin in, li deverên cuda li gundê Emara yê Mabatayê binaxkirî hatine dîtin.
Hatiya diyarkirin ku herî kêm termek di mala kesê bi navê Emîn Mecîd Mistefa de, 2 term jî di mala Hec Fexrî ku ji aliyê çekdaran ve hatine desteserkirin de, hatine dîtin.
Li gorî malperê çekdar li ser her du jinên hatibûn revandin, kirinên derexlaqî pêk anîne û ji bo ku ew jin jî rastiya wan eşkere nekin, ew kuştine.
Herwiha çekdaran ji bilî van bi dehan kesên din jî kuştine û avêtine bendava Meydankê ya li navçeya Şerayê.
Li gorî çavkaniyên ji herêma Efrînê zêdetirî 200 kesên revandî, di girtîgeha li gundê Meydan Ekbes li ser sînorê Tirkiyê de têne girtin.
Herwiha zêdetirî 130 sivîlên girtî jî piştî îşkenceyan veguhestine girtîgeheke li Ezazê ku heta hinek ji wan kesan di bin îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin