Çekdaran li Efrînê 6 kesên din revandin

30 December 2020 20:24 0 dîtin
Çekdaran li Efrînê 6 kesên din revandin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, ji navçeya Mabata ya Efrînê, 6 kes ji aliyê koma çekdar a bi navê Cebhe El-Şamiye ya girêdayî artêşa Tirkiyê ve hatin revandin.

Hat zanîn ku kesên hatine revandin ji gundê Mîrkan in û di nav wan de jinek jî heye.

Çavkaniyan diyar kiriye ku navên kesên revandî; Mihemed Reşad Xelîl Norî (Mamo), Sefqan Ehmed Mustafa, Ebdo Kênc Xemîs, Ebdulqadir Weo û Leyla Cefar a hevjîna welatiyê bi navê Mihemed Amêr e ku berê hatiye revandin.

Herwiha çavkaniyeke din ji gundê Korzêlê yê Mabatayê diyar kiriye çekdaran welatiyê bi navê Seleh Şikrî Ebdo jî revandine ku heya niha çarenivîsa wan kesên revandî nediyar e.