Li Efrînê ji 5 kesên ku ji roja dusemê ve hatine revandin agahî nîne

09 September 2021 20:39 0 dîtin
Li Efrînê ji 5 kesên ku ji roja dusemê ve hatine revandin agahî nîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya komên çekdar û artêşa Tirkiyê de ye, ji roja duşema vê hefteyê ve 5 kesên sivîl hatine revandin ku çarenivîsa wan nediyar e.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî ji nav Efrînê, çekdarên bi navê Polîsên Leşkerî yên girêdayî artêşa Tirkiyê roja duşema borî 5 sivîl ji gundê Celemê yê Efrînê girtine û birine cihekî nediyar. Herwiha hat gotin ku hîn çarenivîsa wan kesên hatine revandin nediyar e.

Hat diyarkirin ku kesên hatine revandin Reşîd Binefşe (28 salî), Kinco Subhî Kinco (27), Hesen Subhî Elo, Mistefa Ehmed Morî û Cîlo Mistefa Cîro ne.