UNHCR: Heta niha 726 kesên sivîl di serê Rûsya – Ukraynayê de hatine kustin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê amarên koçberên Ukraynayê ragihand û da zanîn, heta niha 726 kesên sivîl di şerê Rûsya – Ukraynayê de hatine kuştin, ji bilî wê 1174 kes birîndar bûne, 3 milyon û 63 hezar kes ber bi welatên cîran koçber bûne.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) belav kir, ji 24ê Sibatê heta 15ê Adarê, 3 milyon û 63 hezar û 95 kes ji Ukraynayê berê xwe dane welatên cîran, nîvê wan jî xwe spartine Polandayê.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî eşkere kir: “Milyonek û 875 hezar û 45 kes çûne Polandayê, 467 hezar û 703 kes çûne Romanyayê, 344 hezar û 454 kes çûne Moldovayê, 272 hezar û 943 kes berê xwe dane Macaristan, 220 hezar û 977 kes bo Slovakyayê, 155 hezar û 841 kes çûne Rûsyayê û 1816 kes jî berê xwe dane Belarusê.”
Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, herî kêm 726 sivîl li Ukraynayê ji ber êrîşên Rûsyayê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin