Li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê heta niha 460 kesên sivîl bi guleyên leskeran hatin kustin

13 December 2020 23:33 0 dîtin
Li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê heta niha 460 kesên sivîl bi guleyên leskeran hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav sala 2020an de, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê 19 welatiyên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li ser sînor bi guleyên leşkerên tirk hatine kuştin û hejmara kuştiyan ji sala 2011an ve gihîştiye 460 kesan.

Ji 2011an ve heta niha 460 kesên ku dema dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, bi guleyên leşkerên sînor ên Tirkiyê hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye ku tenê di sala 2020an de, 19 welatiyên Sûriyê yên sivîl li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin ku 5 ji wan zarok bûn.

SOHRê diyar kir, ji destpêka krîza Sûriyê ji Adara 2011an ve, hejmara welatiyên Sûriyê yên li ser sînorê Tirkiyê hatine kuştin gihîşt 460 kesî û 82 kes ji wan jî zarokên di bin 18 saliyê de bûn û 44 kes jî jin in.