Endamê ENKSê: Tirkiyê heta niha ji bo danûstandina bi rejîmê re ti fisar li opozîsyonê nekiriye
PeyamaKurd – Endamê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Şelal Gedo ku di nava Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) de ye, derbarê daxuyanî û hewldanên Tirkiyê yên lihevanîna rejîm û opozîsyona Sûriyê de agahî dan.
Şelal Gedo ji K24ê re daye xuyakirin, “Heta niha me nebihîstiye ku Tirkiye fişar li opozîsyonê kiriye ta ku guftûgoyan bi rêjîmê re bike. Ne dûr e Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe, wek gelek welatan pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re asayî bike. Lê wê heta niha ti fişar li opozîsyonê nekiriye.”
Gedo daye zanîn, sistî û necidîbûna helwesta Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, dihêle ku pêvajoya Astanayê bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê pêş ve bikeve.
Herwiha Gedo diyar kiriye, “Rast e ku Tirkiye heta niha piştevaniya beşek mezin ji opozîsyona Sûriyê û bi taybet Îtîlafê dike û opozîsyon li wî welatî ye, ez ne bawer im ku di demeke nêzîk de ti guhartin têkeve helwesta Tirkiye, yan jî têkeve pêwendiyên opozîsyon û hikûmeta Tirkiyê. Ji aliyekî din ve hilbijartinên sala bê yên Tirkiyê jî, roleke wê ya gelekî giring di van siyasetên nû yên Tirkiyê de heye, ji ber ku partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê karta koçberên Sûrî li hember AK Partiyê bi kar tînin. Di vê derbarê de ne dûr e hin guhartinên din jî derbarê Sûriye, koçberên Sûriyê û pêwendiya bi opozîsyona Sûriyê re çêbibin.”
Şelal Gedo diyar kiriye: “Eger pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê asayî bibin yan nebin, ti gerentî ji bo mana statuya Rêveberiya Xweser ku li Rojavayê Kurdistanê heye, tune ne. Li asta hundir û derveyî Sûriyê, ti kes vê statuyê nas nake. Vê statuyê heta niha nekarîye pênaseyek yasayî, cemawerî, niştimanî werbigire. Di hemberê de jî, ne statuyeke Kurdî ye, ji ber ku wê parêzgeha Reqa û Dêrazor xistiye nava xwe, ji sedî 70-80 ji wê ne Kurd in. Heta niha çarenivîsa vê statuyê ne zelal e. Kurd û statuya xwe, li pêş metirsiyeke mezin in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin