Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve yê ENKSê: Heta niha em negihîstine encamekê

24 March 2022 13:47 0 dîtin
Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve yê ENKSê: Heta niha em negihîstine encamekê

PeyamaKurd – Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve yê ENKSê Kamîran Haco di derbarê Gera 7emîn a cîvînên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê li Cinevê axivî û diyar kir: “Heta niha em negihîştine encamekê."

Gera 7emîn a cîvînên komîteya nivîsandina destûra Sûriyê li Cinevê, bê encam berdewam dike. Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve yê ENKSê, li ser civînê daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya Haco, wê şanda rejîma Sûriyê prensîbeke destûrî pêşniyar bike, şanda civata sivîl ya ser bi rejîmê ve jî wê prensîbeke destûrî pêşniyar bike û şanda ENKSê wê du prensîban pêşniyar bike.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Karên Derve yê ENKSê eşkere kir: “Me roja pêşî prensîbên hikumdariyê pêşniyar kir. Civata sivîl li ser nasnama dewletê, nasnama niştimanî pêşniyar kir û îro jî li ser sembolê dewletê pêşniyar kirin. Ya din li ser mesela nav bû. Tişta ji her du aliyan ve hat pêşkêşkêşkirin gelekî vekirî, îdeolojiya Baes e.

Herwiha Haco destnîşan kir, şanda wan û şanda civata sivîl a nêzîkî wan, berevaniyeke baş kirine. Daxwaz kirine Sûriye weke welatekî pir ol e û pir zimanî di destûrê de bê dîtin. Divê sembolên hene jî bên guhertin û sembolên hemû netew xwe tê de dibînin di şûna wan de cih bigrin.

Di berdewamiyê de Haco destnîşan kir, wan weke kaxizekê pêşniyarên xwe pêşkêş nekirine, lê di guhertina navê Sûriyê de hevdeng bûn. Hevdeng in Sûriye pir netew e, pir ol e û hevdeng in ku divê zimanên din jî bên naskirin û mafê çandên din jî hebin, sembolên heyî werin guhertin.

Haco got: "Şanda Hikûmeta Sûriyê li helwestên xwe bêguman rijd in. Xalên pêşkêş dikin, ne ji bo çêkirinê ji bo xerakirinê anîne. Lê balkêş bû di van danûstandinan de hemû alî nedigotin Kurd tune ne, hebûna netewên din weke Kurda înkar nekirin. Lê di bidestxistina mafê Kurda û ji bilî wan de tiştek zelal nebû û ji bo ev tişt di destûrê de cih bigre, dem lazim e."

Herî dawî diyar kir, di gera 7em de tu pêşketin çênebû û em negihîştine encamekê û heta roja înê ger berdewam dike.